Ji Rojava daxuyaniyên krîtîk: Eger hewlên navdewletî bêencam bimînin…

Ji Rojava daxuyaniyên krîtîk: Eger hewlên navdewletî bêencam bimînin…

PeyamaKurd Taybet Şêwirmendê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Bedran Jia Kurd ragihand ku eger Amerîka rêgiriyê li planên êrîşkirina Tirkan bi ser Kurdên Rojavayê de neke wê şerekî mezin rû bide.

Rayedarê kurd, Jia Kurd, ji Reutersê re axivî û diyar kir ku eger şerek derkeve ew dê piraniya hêzên xwe li ser sînorê Tirkiyê bi cî bikin û got, “wê demê em nikarin li dijî DAIŞê şer bikin û bi hezaran mehkûman biparêzin.”

Enqere ku hevpeymanê NATOyê ye û Washingtonê li Enqerê derbarê ‘heremêke ewle’ li Rojava çendîn hevdîtin pêk anîn. Herdu aliyan daxuyand ku rêkeftinek pêk hatiye lê demê herêma ewle çend kîlometre be û dê ew herêm di bin kontrola kî de be, ew yek nehat eşkerekirin.

‘EGER HEWLÊN NAVDEWLETÎ BÊENCAM BIMÎNIN...’

Şêwirmendê rêveberiya kurdî Jia Kurd got, “em çareseriyeke siyasî û diyalogê dixwazin” û wiha berdewam kir, “lê eger hewildanên herêmî û navdewletî bêenca bimînin, wê demê bi timamî em dê şerekî çekdarî bikin.”

‘AMERÎKA HEWL DIDE RÊGIRIYÊ LI DIJÎ ÊRIŞAN TIRKAN BIKE LÊ…’

Rayedarê Kurd dibêje, êrîşeke tirkan dê bibe xetayeke metirsîdar û wiha pê de çû, “Welatên Ewropayê bêdeng in. Rûsya cidî xuya nake. Amerîka hewil dide rêgiriyê li dijî êrişan tirkan bike lê divê ev yek zelal bibe û bê çareserkirin.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja yekşemê eşkere kiribû ew dê operasyonekê li dijî rojhilatê Firatê encam dibin lê Sekreterê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Mark Esper vê hefteyê daxuyaniyek dabû û diyar kiribu ku êrişeke yekalî li dijî Rojavayê nayê qebûlkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin