Di 24 saetan de 433 koçber hatin desteserkirin

Di 24 saetan de 433 koçber hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Li Tirkiyê di maweya 24 demjimêran de, 433 koçberên bi qaçaxî derbas dibûn, hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku li beravên rojavayê Tirkiyê, 433 koçberên ku dixwestin bi rêyên neyasayî derbasî Yunanistanê bibin hatin desteserkirin.

Di operasyonan de 3 kesên karên qaçaxiya mirovî dikirin jî hatin girtin.

Hat zanîn ku piraniya koçberên hatine desteserkirin welatiyên Afganistan, Pakistan û Bangladeşê ne.

Koçberên hatine desteserkirin bo Navenda Koç û Koçberiyê hatine radestkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin