Mamosteya Kurd ji ber dersên Kurdî bi îdamê hat cezakirin

Mamosteya Kurd ji ber dersên Kurdî bi îdamê hat cezakirin

PeyamaKurd - Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da mamosteya Kurd Zehra Mohammedî ku dersên Kurdî dide û dixwaze wê îdam bike.

Mamost û nivîskara Kurd Zehra Mohammedî piştî ku zimanê Kurdî fêrî xwendekarên xwe kir, bi îdîaya ku ewlekariya welêt dixe xeterê hate girtin û cezayê darvekirinê lê hate birrîn.

Zehra Mohammedî, ku di 23ê Gulana 2019an de li bajarê Sanandaj a Eyaleta Kurdistanê ya Îranê tevî 2 hevalên xwe bi sedema “ewlekariya welêt dixe xetereyê” hatibû girtin, bi cezayê îdamê tê darizandin.

Zehra Mohammedî li bajarê Sinê li Zanîngeha Birjand a Xorasan beşa jeopolîtîk xwend û Endamê Lêkolînên Çandî û Civakî yê Nojînê bû û piştî ku dersên Kurdî da xwendekaran jî hatibû girtin.

Xwişka wê Kanî Mohammadî di 7ê Mijdara 2019an serî li Navenda Mafê Mirovan a Îranê-CHRI da û got ku bê sedem cezayê darvekirinê li xwişka wê hatiye birîn.

Kanî Mohammedî daye zanîn, ji bo serbestberdana wê, ji malbatê 700 milyon toman ango zêdetirî 166 hezar dolar pereyê kefaretê xwestine, lê tevî ev pere dane jî xwişka wê serbest nehatiye berdan.

Kanî Mohammadî wiha gotiye: “Xwişka min bi awayekî dij hiqûqî ji meha Gulanê ve tê girtin û bi eşkenceyê xwestin van sûcan pê bidin qebûlkirin. Lê ji ber qebûl nekir, bi cezayê îdamê gef lê xwarin. 72 rojan jî di hucreya tarî de hate hiştin. Tewanbariyên ku li Zehra dikin, bi temamî bê bingeh in.”

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (Amnesty) jî 13ê Mijdarê ji bo Zehra Mohammadî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birrîn, banga çalakiya lezgîn kir.

Rejîma Îranê 14ê Mijdarê jî jina Kurd a bi navê Şerare Elyasî ya li Girtîgeha Navendî a Sinê bi sedema ku kesek kuştiye bidarve kir.

Şerarê piştî ku komek zilam bi ser mala wan de girtibû û xwestibûn ji malbata wê kesekî bikûjin, xwe parastibû.

Di nav 7 salan de 76 jê Kurd, 85 jin li Îranê hatine darvekirin ku piraniya van jinan jî ji ber “li dijî êrîşên mêran û tecawûzê derketine” hatine darvekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin