PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dadgeheke taybet li Parîsê, sibe dest bi darizandina 24 DAIŞiyan dike ku ji wan 21 Fransî ne.
DAIŞîyên ku dê bên darizandin, di navbera salên 2014 û 2015an de tevlî DAIŞê li Iraqê û Sûriyê bûne.
Li gorî agahiyan, tenê 5 kes dê bi tawana terorîstiyê bên darizandin û kesên mayî ji aliyê dadgeha “giyanan” ve dê werin darizandin, çimkî ev kes piraniya wan di êrîşên asmanî û êrîşên xwekuj de hatine kuştin.
Her 5 DAIŞiyan diyar kiriye ku ew bi fikirê xwe nêzî DAIŞê ne, lê li sûcên xwe yên terorîst mikur nehatine û îdia dikin ku ew tenê ji bo alîkariya gelê Sûrî çûne Sûriyê.
Tê çaverêkirin ku dadgehekirina wan DAIŞîyan heta 17 Çileyê dewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin