PeyamaKurd- Li bajarê Batmanê li qeza Sasonê bi sedema koronavîrusê 2 mezrayan xistin bin karantînayê. Li gor ragihandina qeymeqamiya Sasonê; mezrayên ku xistine karantînayê mezra Yuvarlıçay ya bi ser dundê Gürgenli mezra Mesîlê ye. Rêvebiriya navçeyê mijarê weha ragihand:
“Bila temamê hemwelatiyên me li îqmetgaha xwe bimînin û dernên derve. Kesên van mezaryên navborî heya 14 rojan bila ji malên xwe dernên. Mêvanan qebûl nekin û kesên peymanan bicîh neynin wê bi zorê bên karantînakirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin