PeyamaKurd – Ji ber barîna zêde ya berfê û mercên nexweş ên zivistanê, li sê bajarên Bakurê Kurdistanê ji bo perwerdehiyê navber hate dayîn.
Parêzgariyên bajarên Colemêrg, Şirnex û Çewligê ragihandin ku bi sedema mercên nexweş ên zivistanê ji îro Înê 12ê Çileyê pê de, bo perwerdeya dibistanên seretayî, navîn, dibistanên taybet û nevandên perwerdehiya gel navbera perwerdê hatiye dayîn.
Li gorî daxuyaniyan, li Colemêrgê li seranserê bajêr, li Şirnexê li navçeya Bêşebabê û li Çewligê jî li navçeya Yedîsuyê bo perwerdê navber hatiye dayîn.
Hatiye diyarkirin ku sedema navberdayîna perwerdehiyê li hin navçeyên wan bajaran, berfa zêde, qeşagirtin û bi giştî rewşa nexweş a hewayê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin