PeyamaKurd - Li sê bajarên din yên Herêma Kurdistanê; li Zaxo, Soran û Akrê navendên pasaportê têne vekirin.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ferman daye, li bajarên Zaxo, Soran û Akrê jî binkeyên dayîna pasaportan bên vekirin. Li gorî wê fermanê, ku roja 29 Tîrmeha îsal hatiye dayîn, daxwaz hatiye kirin komîteyek bo vekirina wan binkeyan pêk were.
Tê gotin ku di pilana Wezareta Navxwe de heye li hinek bajarên din jî binkeyên pasaportê veke.
Li Herêma Kurdistanê tenê li bajarên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê pasaport dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin