Li Amedê ava Çemê Ambarê bilind bû û arazî di bin avê de man

Li Amedê ava Çemê Ambarê bilind bû û arazî di bin avê de man

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Karazê (Kocaköy) ava Çemê Ambarê ji ber barîna barana zêde bilind bû. Rewş wisa bûye ku rêya kevin niha nayê bikaranîn û arazî û zeviyên xelkê di dbin avê de man. Dezga metorolojiyê ragihand ku wê barîna baranê di herêmê de dewam bike.

Baran, bi taybetî li dora nîvro gelek bariya û kir ku asta ava çem bilind bibe. Ji ber ciyê navça Karazê hem deşte û hem çiyaye, dê di rojên pêş de li deverên bilind berf û li ciyên nizim baran bibare.