PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li navça Kovancilarê, bav, kur û morivekî dinê bi hevre ketin ava bendavê ji bo xwe hînik bikin û hindik mabû ku her sê kes di avê de bifetisin.
Bav û mirovê din bi derfet û şiyanên xwe ji avê derketin lê kur ê bi navê Arda İpek (18) di avê de fetisî û cenazê wî dîtin.
Rûdan, li gundê Guluşger an ku bi navê din Girpo (Muratbağı) yê bi ser navça Kovancilarê çêbû. Dema her 3 bi hevre ketin ava bendava Kebanê, seet li dora 18.30an bû.
Xortê 18 salî Arda İpek û mirovekî dinê di nava avê de dipirpitin. Bav û kesê dinê bi şiyanên xwe ji avê dertên lê Arda İpek di avê de ji ber çav wenda dibe. Yên ji avê dertên agahiyê didin tîmên pêwendîdar.
Li ser agahiyê, tîmên tenduristiyê, yên cendirmeyan, û tîmên noqavê yên girêdayê asayîşa bajarê Xarpêtê di avê de dest bi xebata lêgerînê dikin. Di encamê de cenazê İpek dibînin û ji avê derdixin.
Piştî lêhûrbûna serdozger ya li ser cenazê, cesed dibin morga zankoya Firatê ya Xarpêtê (Elazığ) da otopsiya wî bikin.