PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Bozhewayê (Bozova) xortekî bi hevalên xwe re çû Bendava Ataturkê da bikevin avê û xwe hînik bikin. Xortê bi navê Ali Kına (20) dema ket avê, bîstekî dinê noqav bû.
Hevalên wî xeberê dan tîmên pêwendîdar yên cendirme, tîmên tenduristiyê, îtfaiye û tîmên rizgarkirinê yên noqavê.
Tîm, di encamê de xwe gihandin cesedê Ali Kına û ji avê derxistin. Cenaze ji bo otopsiyê birin morga Tib a Edlî ya bajarê Rihayê.