Ji ber şewatê li navça Aksu û Kozane xaniyan vala kirin û elektrîkê birîn

Ji ber şewatê li navça Aksu û Kozane xaniyan vala kirin û elektrîkê birîn

PeyamaKurd – Li bajarê Antalya li navça Aksu û li bajarê Adanayê li navça Kozanê agir bi daristanan ket û xebata vemirandina agir ji bejayiyê û hewa de dewam dike.

Li Aksuyê ji 254 xaniyan 720 kesan tehliye kirin. Li bajarê Adanayê li navça Kozanê jî 40 xanî bi armanca tedbîrî vala kirin.

Ji ber bayê xwurt jî tê, li Antalya dûman bi ser bajêr de girt û xelkê deverê jî bi traktor û tankêrên avê destekê didin vemirandina agir. Li navça Aksuyê niha nikarin elektrîkê bidin 2 hezar û 97 aboneyan.

Li navça Kozan a Adanayê li du ciyan agir bi daristanê ketiye û ji bo vemirandina agir 3 balafir, 9 helikopter, 2 drone, 55 arazoz, 14 tankêrên avê, 1 TOMA û 476 kes dixebitin da agir vemirînin.

Şewata daristanê ya li navça Aksuyê do êvarê seet di 16.30an de destpêkir. Bi bandora bayê agir giha daristanê û belav bû. Li herêmnê tedbîrên awarte hatin girtin.