PeyamaKurd – Dezga AFADê ya Tirkiyê ragihand ku li bajarê Ankara li navça Kalecikê do bi şev bi dereca 3,9 erdhejekî qewimiye. Li gor ragihandinê; erdhej seet di 20.11an de çêbûye û di bin erdê de di kûrahiya 11.74 km yan de qewimiye.
Rasatxana Kandiliyê ya Îstenbolê jî ragihand ku erdhej 5 km di bin erdê de çêbûye û heya niha ti encamekî neyînî nehatiye ragihandin.