Navça Haymana ya Ankara hejiya

Navça Haymana ya Ankara hejiya

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Ankara li navça Haymanayê ku piraniya xelkê navçê Kurdin, bi dereca 4,1 erdhejekî çêbû.

AFADê ragihand ku erdhej seet di17.49an de, di bin erdê de, di kûrahiya 7,74 km yan de çêbûye.

Heya niha, di encama erdhejê de, ti rûdanekî neyînî nehatiye ragihandin.