Li bajarên Qersê û Ardaxanê rêyên 90 gundan ji berfê hatin girtin

Dîroka Weşanê :
Li bajarên Qersê û Ardaxanê rêyên 90 gundan ji berfê hatin girtin

PeyamaKurd – Pêwendiyên rêyên 90 gundên bajarên Qersê û Ardaxanê ji ber berfê hatin birin. Tîmên taybet yên rêvebiriya taybet dixebitin da rêyan vekin.

Barîna berfê do û îro dewam kir. Berf bû sedema rêgirtina 2 gundên navenda bajarê Qersê, 14 gundên Arpaçayê, 12 gundên Dîgorê, 8 gundên Sarıqamîşê, 17 gundên Qaxizmanê, 17 gundên Selîmê û 15 gundên Sûsûzê.

Li bajarê Ardaxanê jî rêyên 5 gundên navendê ji ber berfê û bahozê hatin girtin.