Li bajarê Erzeromê 26 golik ji zinar de ketin û mirin

Li bajarê Erzeromê 26 golik ji zinar de ketin û mirin

PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li navça Şenkaya di encama êrîşa heywanekî biyanî de 26 golik ketin nav panîkê û ji zinar de ji tirsa ketin jêr. Her 26 golik jî can dan.

Dema rûdan çêbû, kerişya golikên ku aîdê Serkan Kartal bû di mêrgê de di çêrandin. Dema heywanê yabanî êrîş kir ketin nav panîkê û di zinar de ketin.

Xwediyê golikan ji dewletê xwest ku mexdûriyeta wî çareser bikin û destekê bidinê. Dezgeyênd ewletê jî tesbîta bûyerê kirin û wê li gor qanûnên xwe tevbigerin ji ber golik tev di qeydiyênd ewletê de hene.