Li bajarê Hasekî ya Binxetê 38 kes hatin girtin

Li bajarê Hasekî ya Binxetê 38 kes hatin girtin

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand; bi gumana endamên DEAŞê ne li Binxetê li bajarê Hasekiyê 38 kesan desteser kirine.

Li gor daxwuyaniyê; bi hevkariya YPJê û hêzên asayîşa hundir, li taxên bajarê Hasekiyê operasyonekî berfireh kirine. Di destê gumanbaran de çi çek hebin dest danîne ser wan jî.

Ji bilî Hasekiyê, HSDê li Dêrezorê li gundan operasyon kiriye û berpirsekî DEAŞê girtiye lê nasnama kesê navborî nehat aşkerakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin