PeyamaKurd – Li bajarê Ixdirê bi sedema firtûnê û barana xwurt, ser hinek banên xaniyan firiyan, av avête nav xaniyan û di têlên elektrîkê de xesar çêbûn.
Tîmên pêwendîdar ji bo xesarê tesbît bikin, enqazan rakin û ariza elektrîkê tamîr bikin, xebatên xwe dewam dikin.
Li bajarê Qersê li navça Sariqamîşê jî barana xwurt li ser jiyana mirovan bandorekî neyînî kir. Di kuçe û caddeyan de ava baranê bûn weka gol û şofêr karibûn bi kontrol di rê de herin. Heman rûdan li bajarê Ardaxanê jî qewimîn. Barana bariya temamê kolanan ki rweka gola avê.