PeyamaKurd- Parêzgeha Sêrtê navçeya Hawêl (Baykan) ê bo ewlekariya taybet bo 15 rojan navên 2 gund û 2 taxan ragihand. Di ragihandinê de navên gund û taxan bi Tirkî hatin ragihandin ku ew jî taxên Aydınlar, Korucu û gundên Meşelik û Ardıçdalı ne.
Bi îhtîmaleka mezin wê bo operasyonên ser PKK ê be û çûnûhata wan deveran dê bi îzna cendirmeyan û polîsan be. Biryar ji 29 ê gulanê destpêdike û heya 12 ê hezîranê dewam dike. Di biryarê de weha dibêje:
“Bo ewlehiya mal û canê hemwelatiyan çûna van deveran hatiye qedexekirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin