Li bakurê Kurdistanê Zivîstana dijwar: Gelek rê hatin girtin...

Li bakurê Kurdistanê Zivîstana dijwar: Gelek rê hatin girtin...

PeyamaKurd - Li bajarên Wan, Bedlîs û Colemêrgê yên bakurê Kurdistanê ji ber zêdebûna barîna baran û berfê bi sedan rêyên gundan hatin girtin.

Li gor zanyariyan, li bajarên  Wan, Bedlîs û Colemêrgê ji ber girtina rêyan agahî ji 104 niştîngehên wekî bajarok û gundan nayê standin.

Li Wanê rêyên 57 mehele û mezreyan, li navçeya Motkê ya Bedlîsê ji ber lehiyê rêyên 39 gund û mezreyan û li Wanê jî rêyên 2 gund û mezreyan ji ber berfa zêde hatin girtin.

Xebatên şaredariyan ên bo vekirina wan rêyan berdewam in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin