Li Batmanê tonek esrar hat bidestxistin

Li Batmanê tonek esrar hat bidestxistin

PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê di lêgerîna emnî de tonek esrar hat bidestxistin ku di TIRekê de, di nava boriyên plastîkî de hatibû veşartin.

Midûriyeta Dij Sûcên Narkotîkê ya Ewlekariya Batmanê li ser giliyekî operasyonek pêkanîn û  TIRek rawestandin. Di encama wê operasyonê de tonek esrar hat bidestxistin ku di nava boriyên plastîkî de hatibû veşartin.

Şifêrê TIRê ji aliyê hêzên polîsên Batmanê ve hat girtin û niha li Emniyeta Polîsan lêpirsîna wî didome.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin