PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li bajarê Agiriyê, navçeya Bazidê ya bakurê Kurdistanê di operasyoneke ser PKKê de leşkerekî wan hatiye kuştin.
Li gorî daxuyaniyê, di gundewarên Bazidê di dema operasyona bi navê Eren-15 de pevçûn bi PKKê re derketiye û personelekî wan ê cenderme hatiye kuştin.
Hatiye eşkerekirin ku leşkerê ku bi giranî birîndar bûye li nexweşxaneya dewletê ya Bazidê can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin