PeyamaKurd - Li navçeya Bazîdê ya bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê, di şerê navbera şêniyên 2 gundan de şivanekî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî zanyariyan, li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, rojek berê di navbera gundê Dutax û Gullice de ji ber lihevnekirina çêrgehê alozî çêbû û herdu alî pevçûn.
Hat diyarkirin ku piştî dawîbûna pevçûnê şivanê bi navê Bûrhan Kiliç, pezê xwe ji bo çêrandinê biriye çêrgeha bi qasî 3 kîlometreyan dûrî gundê Gulliceyê ku tê îdiakirin ew li wir ji aliyê gundiyên Dutaxê ve hatiye kuştin.
Hat ragihandin ku wê sedema mirina Burhan Kiliç, piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Doç. Dr. Yaşar Eryilmaz a Agiriyê diyar bibe.
Piştî bûyerê cenderme çûn herdu gundan û lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin