Li Bedlîsê heta fermaneke din qedexe hat ragihandin

Li Bedlîsê heta fermaneke din qedexe hat ragihandin

PeyamaKurd – Li hejmarek gundewarên navçeyên Tetwan û Xîzanê yên bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê heta fermaneke din qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Parêzgariya Bedlîsê ragihandiye ku bi hinceta operasyoneke li ser cih û stargehên PKKê li 7 gundên navçeyên Tetwan û Xîzanê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Hat diyarkirin ku qedexe îro 22yê Gulanê ji demjimêr 04:00 ve dest pê kiriye û heta fermaneke din ku dema wê nehatiye diyarkirin berdewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin