Li Bedlîsê kirina çalakiyan divê bi îzna parêzgehê be

Li Bedlîsê kirina çalakiyan divê bi îzna parêzgehê be

PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê kirina civînan, meş, xwepêşandan û weka çalakiyên ragihandina çapemeniyê, ji bo 2 hefteyan an heya 25 ê hezîranê bi îzna parêzgehê ve hatiye girêdan.

Li gor ragihandina parêzgehê; di nav sînorê parêzgeha Bedlîsê de, kirina çalakiyan ji 11 ê Hezîranê siet 00.01 ê heya 25 ê hezîranê siet 23.59 an kirina çalakiyan bi îzna parêzgehê dikarin bikin. Li gor parêzgehê; divê ji bo kirina çalakiyên weka xwepêşandanên di kolan, cadde, park û rêyan de, tevgerên rûniştin û protestoyan, anonsên bi deng û dîmenan, vegirtina konan, greva birçîbûnê, ragihandina çapemeniyê, konser, vekirina stendan, belavkirina belavokan, afiş û tiştên weka wan dê îzna parêzgehê bê sitendin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin