PeyamaKurd – Saziya Keşhewayê ya Tirkiyê Meteorolojiyê ragihandiye ku tê çaverêkirin, li bajarên devera serhedê ya Bakurê Kurdistanê berf bibare.
Li gorî pêşbîniya meteorolojiyê sibe di demên nîvro de, wê baraneke xurt li bajarên Bedlîs, Mûş, Colemêrg û Wanê bibare û li bilindahiyên wan bajaran jî tê pêşbînîkirin ku berf bibare.
Herwiha hat ragihandin pileya germê li Mûşê 16, li Wan û Colemêrgê 15, li Bedlîsê jî 13 tê texmînkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin