PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li çeperên pêş ên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, dîsa şer rû daye.
Wezareta Berevaniya Azerbaycanê ragihandiye ku artêşa Ermenistanê îro beyaniyê li demjimêr 06:00 bi çekên giran êrîş biriye ser çeperên pêş ên Azerbaycanê û hejmarek kesên sivîl jî can dane û hatine birîndarkirin.
Li gorî wezaretê Ermenistanê li gundên Terter Gapanli, Agdam Çıraklı, Naverasta Garvand, Fuzulî Alhanli, Şukurbeyli, Cebrayil û Çocuk Mercanli xistiye û bêyî ku jimarê bide da xuyakirin ku sivîl jî mirine.
Herwiha hat diyarkirin ku Azerbaycanê jî bersiva wan êrîşan daye. Herî dawî 21ê Îlonê leşkerekî Azerî li ser sînor hatibû kuştin.
Hêjayî bibîrxistinê ye li ser rageşiya Azerbaycan-Ermenistanê bi hevkariya artêşa Tirkiyê Azerbaycanê dest bi tetbîqatên leşkerî kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin