PeyamaKurd – Piştî qedexeyên çalakî û xwepêşandanan ên li hejmarek bajarên Bakurê Kurdistanê bi hinceta danîna qeyûm li ser şaredariya Colemêrgê, li bajarê Çewligê jî qedexe hate ragihandin.
Parêzgeriya Çewligê ragihand ku li tevahiya bajêr 7 rojan qedexeya meş, xwepêşandan û her cûre çalakiyan hatiye ragihandin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku piştî qeyûm li ser Şaredariya Colemêrgê hat danîn dibe ku li Çewligê jî çalakiyên dijî qeyûm werin lidarxistin û ji bo pêşî li çalakiyan were girtin, 7 rojan li tevahiya bajêr qedexe hatiye ragihandin.
Herwiha parêzgarîyê bang li welatiyan jî kir ku pabendî biryara qedexeyê bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin