Li Çewligê di avahiya emniyetê de teqîn: 2 polîs birîndar bûn

Li Çewligê di avahiya emniyetê de teqîn: 2 polîs birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Sêşemê li bajarê Çewligê yê bakurê Kurdistanê di nav avahiya Navenda Emniyetê de teqîneke tund rû daye.

Li gorî zanyariyan dema veguhestina muhîmatên leşkerê teqîn çêbûye û 2 polîs bi giranî birîndar bûne.

Derbarê bûyera teqînê de Parêzgariya Çewligê ragihandiye ku teqîn li navenda asayîşê ya li taxa Kaleonu rû daye û her du polîsên birîndar bûne bo nexweşxaneya dewletê ya Çewligê hatine veguhestin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî teqîna piştrast kiriye gotiye, du polîsan wan bi giranî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin