Li Çewligê erdhej çêbû

Li Çewligê erdhej çêbû

PeyamaKurd AAFADê d,yar kir, li navçeya Xorxolê ser bi parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, erdhej çêbû.

Li gor Rêveberiya Rewşên Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Tirkiyê da zanîn, îro di saet 03.49an de, li navçeya Xorxolê erdhejeke bi hêza 4.7 pileya rîxter çêbû.

AFADê eşkere kiriye, erdhej bi kurahiya 7 kîlometreyan pêk hat û herwiha li bajarên derdorê jî hest bi erdhejê hat kirin.

Parêzgarê Çewlîgê Kadîr Ekîncî destnîşan kir, ji ber erdhejê heta niha rewşeke nerênî çênebûye û tîmên wan pişkînînên xwe berdewam dikin.

Herwiha Xarpetê erdheja hat hestkirin û Parêzgariya Xarpetê diyar kir, li navçeyên DepDepe û Pali yên wê parêzgehê jî hest bi erdhejê hatiye kirin, lê “heta niha zanyarî û rewşeke nerênî negihiştiye tîmên wan.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin