Li Çewlik, Meletî û Sêrtê agir bi daristanan ket

Li Çewlik, Meletî û Sêrtê agir bi daristanan ket

PeyamaKurd – Li Genç a Çewlikê, Hekîmhan a Meletiyê û Baykan a Sêrtê li herêmên çiyayî û daristanî şewat derket.

Li bejahiya gundê Servî yê navçeya Genç a Çewlikê ji ber sedemeke nediyar şewat li qada daristanê ket.

Hin saziyên sivîl û welatî jî piştgiriyê didin xebatên vemirandinê yên ku ji aliyê Midûriyeta Rêveberiya Daristana Çewlikê û îtfaiyeyên Şaredariya Gençê ve hem ji bejayî û hem jî ji hewayê ve tên kirin. Xebatên kontrolkirina şewata ku bi bandora bayê zêde bû dewam dikin.

Li Taxa Ballıkaya ya navçeya Hekîmhan a Meletiyê, li herêma çiyayî ya ku baxçeyên behîsan lê ne, ji ber sedemeke ku nediyar e şewat derket.

Şewata ku bi bandora bayê mezin bû, ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin, Arguvan û Hekîmhanê û Midûriyeta Herêmê ya Daristanan midaxaleyî şewatê kirin.

Şewata ku li qada daristanî û herêma nêzî şêniyan bi bandor bû, bi mudaxeleya ekîban hat kontrolkirin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li gundê Meşelik ê gundê Gezgîn ê navçeya Baykan a Sêrtê di saetên şevê de şewatek ku hêj sedema wê nehat zanîn derket.

Ji ber ku şewat bi bandora bayê mezin bû, ji bo vemirandina şewatê ji parêzgehên Amed, Êlih û Şirnexê piştgirî hat xwestin.

Midûrê Parêzgeha Sêrtê yê AFADê Cahît Akkoyunê ku Koordînatorê Giştî yê Herêma Erdhejê ya Adiyamanê ye jî diyar kir, li ser mezinbûna şewatê bi Navenda Krîzê ya AFADê ra ji Navenda Kontrolkirina Agiriyê ya bi Alîkariya Hewayî ya Enqereyê û Navenda Şaxa Tevgerên Agiriyê ya Rihayê alîkariyê dixwazin. (Çavkanî: AA)

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin