Li navçeyên Meresê, agir bi daristanan ket

Li navçeyên Meresê, agir bi daristanan ket

PeyamaKurd- Li navçeyên Onikişubat û Pazarcixê yên Mereşê, li qada daristanê şewat derket û hat ragihandin ku ji bo agir bê kontrolkirin, xebatên vemirandinê bê navber berdewam dikin.

Di agahiyên ku hatin dayîn de hat zanîn ku kesên ku şewat li daristanên Çamlica û Kazma Baglari yên navçeya Onikişubat û Şahîntepeya navçeya Pazarcixê dîtin, ji bo Navenda Telefonên Lezgîn ragihandin.

Hat diyarkirin k u ji bo agirê ku bi daristanan ketiye, hem ji qada asîmanî hem ji qada bejahî xebatên vemirandinê dewam dikin.

Her wiha hat diyarkirin ku ji bo xebatên vemirandinê zûtir bigihîjin encamekê, gelek tîmên agirkujiyê û tîmên eraziyan ji bo herêmên şewatê hatine veguhestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin