Li Cizîrê di qezayê de kesekî mir û yek jî birîndar bû

Li Cizîrê di qezayê de kesekî mir û yek jî birîndar bû

PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê li navça Cizîrê li ser rêya Cizîr-Herzexê (İdil) otomobîla bazirganî ji desthilata ajotvan derket û wergeriya jêr. Dema tîmên tendursitiyê û cendirmeyan gihan ciyê bûyerê, dîtin ku di encama qezayê de Esmanur A. (22) jiyana xwe ji dest daye.

Ajotvanê birîndar birin nexweşxana dewletê ya Cizîrê ya bi navê Dr. Selahattin Cizrelioğlu. Li ser qezayê lêkolîn dewam dike.