PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê li navça Cizîrê li taxa Cûdî di navbera du malbatên mirovên hev de pevçûn derket û li hev xistin. Di şer de kevir, dar, kêr bikaranîn û di encamê de 8 kes birîndar bûn.
Polîs û tîmên tenduristiyê mudaxeleyê şer kirin û di encamê de polîs 17 kesan xist bin çav. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Cizîrê.
Polîs li ser sedema rûdanê lêpirsîna xwe dewam dike.