Li Colemêrgê keçek bi wesayîta xwe ve gêrî ava Zapê bû û can da

Dîroka Weşanê :
Li Colemêrgê keçek bi wesayîta xwe ve gêrî ava Zapê bû û can da

PeyamaKurd – Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, di encama qezayeke trafîkê ya dijwar de keçeke 23 salî jiyana xwe ji dest da. Bûyer duh şev derdora saet 23:30an de, li herêma Serêsolan a li ser rêya Colemêrg û Wanê pêk hat. Hat ragihandin ku keça ciwan a bi navê Sûde Ezgî Degîrmencî, bi wesayîta xwe ji bilindahiya nêzîkî 300 metreyan ve gêrî nav ava çemê Zapê (Zê) bûye.

Piştî agahdarkirina saziyên peywendîdar, tîmên AFAD, UMKE, cenderme û tîmên tenduristiyê gihîştin cihê bûyerê û bi hewildaneke mezin Sûde Ezgî Degîrmencî bi giranî birîndar ji nav wesayîtê derxistin. Tîmên rizgarkirinê birîndara ciwan bi kelekê gihandin peravê û ji wir jî bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Tevî hemû hewlên bijîşkî yên li nexweşxaneyê, Degîrmencî nehate rizgarkirin û canê xwe ji dest da. Hate ragihandin ku piştî temamkirina karên otopsiyê, cenazeyê wê dê îro li Colemêrgê were definkirin.