PeyamaKurd – Li navça Dêrika bi ser bajarê Mêrdînê li gundê Erbetê (Çataltepe) sîloya ku tê de misir ziwa dikin, roxiya û kesê bi navê Gökhan Savucu (27) di bin de ma û can da.
Sedema roxandina sîloyê nehat zanîn lê Gökhan Savucu di bin hesinê sîloyê de ma û can da. Tîmên pêwedîdar çûn ciyê rûdanê û dîtin ku Savucu can daye.
Cenazê wî birin morga nexweşxana dewletê ya Dêrike. Ji ber bûyer bûyerekî dadgehiye, lêpirsîna bûyrê dan destpêkirin.