Li deriyê gumrikê mast û penîrê xirabûyî hat îmha kirin

Li deriyê gumrikê mast û penîrê xirabûyî hat îmha kirin

PeyamaKurd – Li deriyê sînorî yê gumrika Hecî Omeran a digel Îranê, mast û penîrê xirabûyî ku dixwestin derbasî Herêma Kurdistanê bikin hat desteserkirin.

Karmendên deriyê gumrika Hecî Omeran a Herêma Kurdistanê dest danîn ser mast û penîrên xirabûyî û ew îmha kirin.

Li ser rûpela fermî ya Deriyê Sînorî yê Hecî Omeran a Facebookê hat ragihandin, “Doh barên penîr û mastê xirabûyî yê ku dixwestin derbasî Herêma Kurdistanê bikin, hatine desteserkirin û îmha kirin.”

Li gorî daxuyaniyê, nimûneyên wan xurekên xirabe bo Rêveberiya Tenduristiya Hewlêrê hatine şandin. Piştî encamên pişkînina mast û penîrê hatiye desteserkirin, hatiye diyarkirin ku ji tenduristiya mirovan re xeter in û loma jî 1 ton û 220 kîlo mast û 372 kg penîr hatiye îmha kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin