PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê bijîşkê pisporê nexweşiyên jinan, Dr. Halîl Yucel Kutun îro 4ê Tebaxê ji ber nexweşiya vîrusa koronayê can da.
Odeya Tabîban mirina Dr. Halîl Yucel Kutun ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Gazî Yaşargil a Diyarbekirê kar dikir ragihand û sersaxî ji malbatê û karmendên tenduristiyê re xwest.
Hêjayî bibîrxistinê ye doh jî doktorekî ciwan ê 35 salî Dr. Mustafa Ozlu ku li Nexweşxanreya Necîp Fazil a Şaristaniyê ya Mereşê dixebitî jî ji vîrusa koronayê can dabû.
Di van demên dawî de, piştî sistkirina tedbîran ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve, bi taybet li bajarên Bakurê Kurdistanê nexweşiya vîrusa koronayê gelekî berbelav bûye ku li hin bajarên wekî Riha, Diyarbekir, Mêrdîn û Batmanê di beşên sift ên nexweşxaneyan de cî bo nexweşên nû nemaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin