PeyamaKurd – Hat zanîn ku îro ji danê sibehê ve di encama serdegirtina malan a polîsan de, hejmara kesên hatine binçavkirin bûye 20 kes.
Di serdegirtina malan de Rêverberê HDPê yê Diyarbekirê Îrfan Soner, Hevserokê HDPê yê navçeya Rezan (Baglar), Mehmet Atlihan û Hevserokê Yenîşehîrê Sadrettîn Kaya, Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk Mele Yûsûf Andan, rêveberê DBPya Rezan Alî Alkan, rêveberê HDPya Rezan Abdûllah Dengîz û endamê meclîsa şaredariyê yê berê Rifat Tûrfan, rêveberên rêxistina HDPya bajêr a Diyarbekirê Mele Abdûllah Arkan, Hasan Çîçek, Mehmet Ozçelîk, Fûat Oner, Haci Eroglû, Halîs Tekok û Îlknûr Meygîl hatine binçavkirin.
Herwiha hat diyarikirin ku polîsan xwestiye rêveberê HDPya Rezanê Fathûllah Işiktaş jî binçav bikin, lê ji ber ku ne li mal bûye ew nehatiye binçavkirin.
Derbarê binçavkirinan de ji aliyên asayîşa Diyarbekirê ve ti daxuyaniyek nehatiye dayîn û sedema wê yekê hîn nehatiye eşkere kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin