PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navçeya Peyasê li gundê Petekê bi sedemeka ku nayê zanîn agir bi genimê gund ket û di encamê de 500 donum genim şewitî.
Wexta ji erdê dûman bilind bû, xelkê şewatê dîtin xeberê gihandin tîmên cendirmeyan û îtfaiyê. Di nav yek sietekî de tîmên îtfaiyê û gundî jî bi traktorên xwe alîkariyê dan wan û agir vemirandin.
Îtfaiye bo cemidandina erdê xebata xwe dewam kir û tîmên cendirmeyan dest bi lêpirsîna bûyerê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin