PeyamaKurd - Parêzgariya Diyarbekirê ragihand ku du eskerên Tirk di encama teqîna bombeyên hatibûn bicihkirin de jiyana xwe ji dest dan, 3 bi giranî 5 jî birîndar bûn
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Diyarbekirê eskerên Tirk li dijî PKKê li bakurê navçeya Pîranê operasyon dane destpêkirin. Di operasyonê de bombeyên ku ji aliyê PKKê ve hatibûn bicihkirin teqiyan û encamê de 2 esker mirin, 5 esker birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku eskerên birîndar rakirine nexweşxaneyê û rewşa 3an ji wan giran e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin