Li Diyarbekirê êrîsa qereqolê: 4 kes birîndar bûn

Li Diyarbekirê êrîsa qereqolê: 4 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navçeya Bajarê Nû (Yenişehir) a Diyarbekirê bi bombeya destçêkirî 2 kesan êrîşî qereqolê kir û piştre jî reviyan.

Li gorî zanyariyan du kesan bi bombeya destçêkirî êrîşî qereqola polîsan (Şehitler Polis Merkezi) ya li navçeya Yenîşehîrê kir û li pey xwe jî gule reşandin û reviyan.

Hat zanîn ku di dema teqînê de 4 kesên li derdorê birîndar bûne.

Brîndarên bi navên Ayşegul Çetin 49 salî, Ahmet Balta 68 salî, Metin Peker 52 salî û Omer Onerê 59 salî bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin