Li Diyarbekirê di êrîsa ser çayxanê de 3 kes birîndar bûn

Li Diyarbekirê di êrîsa ser çayxanê de 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Peyasê êrîşê ser çayxaneyekî kirin û di encamê de 3 kes birîndar bûn ku birîna yekî ji wan dijware.

Bûyer li Bûlwara Mahabadê çêbû. Çend kesên ku ji otomobîlê peya bûn, bi sîlihan li çayxanê xistin lê sedema êrîşê nehat zanîn. Êrîşker bi heman otomobîla xwe ji ciyê bûyerê reviyan.

Li ser bûyerê polîs û têmên tendursitiyê çûn ciyê bûyerê. Tîmên tenduristiyê bi ambûlansan nexweşan birin nexweşxanên bajêr. Polîs bi pey wan kesên ku êrîş kirine ket da wan desteser bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin