PeyamaKurd – Îro li Diyarbekirê mîtinga aştiyê ya ji bo azadiyê tê lidarxistin.
Mîtînga ku wê bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk were, Hevserokê Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Tuncer Bakirhan jî wê beşdar bibe.
Beriya mîtîngê ji bo tevlêbûna gel a mîtîngê li her taxê ziyaret hatin kirin.
Parlamenter û şaredarên Partiya DEM'ê serdana esnafan kirin, broşur belav kirin û gel vexwendin mîtîngê.
Di mîtîngê de bi armanca avakirina aştiya civakî, çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û parastina mafê jiyana azad tê xwestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin