PeyamaKurd – Parêzgariya Diyarbekirê ragihand ku di çarçoveya bergiriyên bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsa koronayê de serdanên goristanan hatine qedexe kirin.
Lîjneya Hifzissihha ya Ûmûmî ya Parêzgariya Diyarbekirê ku ji bo bergiriyên vîrusa koronayê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hatiye erkdar kirin, ragihand ku li Diyarbekirê serdanên goristanan hatine qedexe kirin.
Parêzgariya Diyarbekirê bi daxuyaniyekê ragihand, ji bo bergiriyên vîrûsa koronayê serdanên goristanan ku bi taybetî rojên Pênçşemê pêk tên, hatine qedexekirin.
Li aliyê din li parêzagariyê ragihand ku çûnûhatina nav bajêr jî li gorî mesafeya civakî hatiye sînordakirin ku divê kesên li seyareyên nav bajêr siwar bibin jî li ser piya nemînin û tenê rûştî li ser paldankê rûnin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin