PeyamaKurd - Li Duhokê di çêkirina dîwarekî de, dîwar bi ser karkeran de hilweşiya. Di encamê de, karkerekî can da û karkerekî din jî birîndar bû.
Li gor zanyariyan, do 14ê Îlona 2020an de li Duhokê di projeyeke avakirinê de du karker, yek ji Bakurê Kurdistanê ye û yê din jî ji Rojavayê Kurdistanê ye, dîwar bi ser wan de hilweşiya.
Çavkaniyên xwecîhî diyar kirin, ku Elî Toprak ê 52 salî saet û nîvek di bin axê de dimîne û di bin axê de can dide. Kawa Durxam ê 34 salî jî, ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ye birîndar dibe û ji bo nexweşxaneyê hate şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin