PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Egilê Haci Ö. dema bi malbata xwe re diçe geştê, di ava bendavê de wenda dibe. Piştî lêgerîna tîmên AFADê leqayê cesedê wî hatin û ji avê derxistin.
Hat gotin ku hinek pirsgirêkên wî yên derûnî jî hebûne û ji bo otopsiyê cenazê wî şandin morgê.
Li gor agahiyan; Haci Ö. (30), do bi malbata xwe re çûye baraja Dîcle taxa Kale. Demekî ji ber çav wenda dibe û tîmên AFADê agahdar dikin. AFAD di ava bendavê de cesedê wî dîtin.
Cenaze birin nexweşxana dewletê ya Egilê û ji wê derê şandin Tib a Edlî ya Amedê ji bo otopsiyê.