PeyamaKurd- Li bajarokê Elbakê yê ser bi bajarê Wana Bakurê Kurdistanê ve 2 gund ji ber belavbûna vîrusa koronayê hatin karantînakirin.
Li gor agahiyan, li gundên Çux û Baliyan yên girêdayî bajarokê Elbakê yê ser bi bajarê Wanê, 2 welatiyên ku ji bajarên din hatibûn wan gundan bi vîrusa koronayê ketine.
Piştî agahdarbûna ji rewşê, tîmên tendirustiyê li her du gundan dest bi lêkolînan kirin û her du gund heta biryareke nû hatin karantînakirin.
Li gor daneyên dawî yên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara tûşbûyên koronayê (Covid-19) gihîştiye160 hezar û 979 kesan û hejmara miriyan jî ji gihiştiye 4 hezar 461 kesan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin