Li Elezîzê erdhej çêbû

Li Elezîzê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li navçeya Sivrîce ya Elezîzê di saet 01.44an de bi pileya 4,6 erdhejek çêbû.

Li gor AFADê diyar kir, erdhejeke bi lerza 4,6an çêbû ku navenda wê navçeya Sivrîce ya Elezîzê bû.

Hat diyarkirin ku erdhej bi kûrahiya 11 kîlometreyan çêbûye.

Di daxuyaniya Walîtiyê de hat gotin, "Piştî erdheja çêbû, ji saet 01.58an pê ve li xeta telefonê ya AKOM, 155 û 156an a bajarê me ti ziyan çênebû. Hemû yekîneyên me bandora erdheja li bajarê me çêbû, ji nêz ve dişopînin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin