PeyamaKurd - Li navçeya Girgamêş a Dîlokê (Entab) a Bakurê Kurdistanê, ji ber nakokiyên ser erdên çandiniyê di navbera du aliyan de şer derket û di encamê de bav û kurê xwe hatin kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan bûyer li Taxa Alaçaliya navçeya Girgamêşê li nav baxçeyê fisteqan di navbera du aliyan de, rû daye. Herdu aliyan pêşî gengeşî kirine û piştre jî bi çekan şerê hev kirine.
Hat ragihandin ku di encama şerê bi çekan de H.A û kurê wî M.A.A li cihê bûyerê can dan û 6 kesên din jî birîndar bûn û bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.
Hat zanîn ku kesê çek bikar aniye hatiye desteserkirin û lêpirsîna ser bûyerê berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin