PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li navça Yakutiyê di sîta keresteyan de, di dukkanekî mobîlyayê de agir bi dukkanê ket, di encamê de 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn. Şewata dukkanê vemirandin û asayiş li ser bûyerê lêpirsînê da destpêkirin.
Tîmên tenduristiyê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanê. Di wexta şewat destpêkir de, wezîrê perewerdê yê Tirkiyê Yusuf Tekin li bajarê Erzeromê bû û bi rayedarên bajêr re seredana ciyê şewatê kirin.
Tekin ragihand ku di nav 5 deqeyan de tîmên îtfaiyê dest bi xebata vemirandina agir kirine, di vemirandinê de 30 alav hebûne û 8 kesên ku di hundir de ji dûmanê zerarê dîne, temaman ji hundir derxistine, dema wan dibirin nexweşxanê, yek ji wan di rê de dimre. Paşî yekî din jî wefat dike lê tedawiya her 6 kesên din dewam dike.